Li bajarê Seqîz ê Rojhilatê Kurdistanê di şaehiyekê de teqîn çêbû, 11 kes mirin û 34 jî birîndar bûn

Li bajarê Seqîz ya Rojhilatê Kurdistanê, di şahiyekê de ji ber belavbûna gazê teqînek çêbû.
Di encama teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.

Duh bi şev di şahiyek zewacê li bajarê Seqîz ê Rojhlatê Kurdistanê de, ji ber belavbûna gazê, di nava holê de teqînek çêbû.

Li gorî agahiyan, di teqînê de 5 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest da, 34 kes jî birîndar bûn û birîna hinek birîndaran girane.

Li gorî lêkolînan di sîstema gazê ya hola şahiyê de pirsgirêk hebû û ji ber vê yekê di nava holê de gaz belav bûye.

 

Leave a Reply

Back to top button