Li Efrînê termê jineke Efrînî kuştî hat dîtin

Li navçeya Şera ya Efrînê jinek ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin, kuştî hate dîtin.

Li nêzî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê jina bi navê Zelxan Hesen kuştî hate dîtin.

Zelxan ji gundê Dêreswanê yê Şera ye û hat diyarkirin ku berî niha bi mehekê ji gundê Ezezê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin.

Li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, rojane bi dehan sivîl tên revandin.

Leave a Reply

Back to top button