2. KONFERANSA YEKÎTIYA JINÊN SURYAN BI GIRTINA GELEK BIRYARAN BI DAWÎ BÛ

Xebatên 2. Konferansa Yekitiya Jinên Sûriyan piştî nîqaşkirina rêziknameyê û hilbijartina meclisa rêveber û şûnde bi derxistina gelek biryaran bi dawî bû.

Bi dirûşmeya “Serdema jinan serdama şaristaniya demokratîk e” duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan bi tevlêbûna 200 delegeyan îro li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di konferansê de piştî nîqaşên li ser rêziknameyê û guhertina hin bendan meclisa rêveber ji 40 endamî hate avakirin.

Û Sîham Qeryo wekî Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan hate hilbijartin.

Konferans bi biryaran bi dawî bû, ji wan

– Ji bo xurtkirina têkiliyan bi rêxistinên jinan û çalakvanên siyasî yên hemû pêkhateyan xebat were kirin.

-Perwerdekirin û pêşxistinan jinên kampan.

-Vekirina buroya lêkolînên stratîjîk girêdayî dozên jinan.

-Ji bo parastina mafê jinan rêxistinên civakî, hiqûqî û perwerdeyî bêne avakirin.

Leave a Reply

Back to top button