KJK: Divê têkoşîna li dijî tundiya li jinan bê mezinkirin

Koordînasyona KJK’ê li dijî polîtîkayên kûjer yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk jin û zarokan hedef digire.
KJK anî ziman ku li dijî kuştinên jinan wê heta dawî li ber xwe bidin û bang li hemû jinan kir ku li dijî van êrîşan têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Koordînasyona KJK destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinê di salên dawî gihîştine asta hovîtiyê û bibîrxist ku li gorî daneyan di 11 mehên 2019’an de 430 jin hatine kuştin.

KJK diyar kir ku tevî kuştin û tûndiya li ser jinan li dijî jinên li girtîgehan jî kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk dijwar dibin.

Koordînasyona KJK’ê bal kişand ser êrîşên dagirker yên dewleta Tirk û li Rojava li dijî jin û zarokan dimeşîne û weha dewam kir:

“Di êrişên dagirker yên dewleta Tirk ê li dijî Rojava de, bi taybetî êriş li jin û zarokan hate kirin. Li Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wan 1000 jin revandin. Nêzî 50 jin qetil kirin. Li Efrînê jin tên revandin, destavêtin li wan tê kirin û weke xenîmetê tên dîtin, mîna êsîran tên firotin. Li Efrînê mîna Terteleya Dersimê ya duyemîn, mîna Şengal a duyemîn komkujiya jinan heye.”

KJK: Divê dewleta Tirk li dadgeha navnetewî were darizandin

KJK li dijî êrîşên dewleta Tirk yê li ser jin û zarokan banga têkoşîneke hevpar li jinan kir û anî ziman ku di encama vê têkoşînê de wê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin.

KJK tevî qûrbaniyên Til Rifatê, hemû jin û zarokên ku bi destê dewleta Tirk hatine qetilkirin bibîranî û ev anî ziman:

“Em rûyê qirêj ê dewleta Tirk ê kujer şermezar dikin. Li dijî komkujiyên jinan, li dijî talankirina xwezayê û li dijî dagirkirina welatê xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê bi hev re têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin. Serketin wê ya jinên azad be.”

Leave a Reply

Back to top button