Partiyên Li Bakûrê Kurdistanê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” saz kirin

Nûnerên 10 partiyên Kurd ên li Amedê kom bûn, biryar dan ku di bin navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” de xebatên xwe birêvebibin. Partiyên kurd wê di meha çile de komxebeteke lidarbixin.

Nûnerên 10 partî û rêxistinan Kurdî ku doh li Amedê civîna “Yekîtiya Neteweyî” li dar xistibûn, îro bi deklarasyoneke encamnameya civînê eşkere kirin.

Partiyên Kurd di deklarasyonê de bal kişandin ser zilm û zordariyên dewleta Tirk ku li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li ser gelê Kurd dimeşîne û li dijî van êrîşan girîngiya yekîtî û têkoşîneke hevbeş destnîşan kirin.

Di deklarasyona hevpar a partiyan de wiha hat gotin:

“Em bang li gelê kurd dikin ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bikin yek. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.”

“Werin em vê meşê bi hev re bigihînin serfirazî û tifaqê”

Partiyên Kurdî di deklarasyonê de biryar û daxwazên xwe wê rêz kirin:

* Li Bakûrê Kurdistanê avakirina tifaqa neteweyî,

* Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” bidomînin,

* Di 18-19ê Çile de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî, wê komxebateke 2 rojan bê lidarxistin,

* Amadekariya komxebatê wê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin,

* Deriyê me ji hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine re vekiriye ku ew jî werin di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih bigirin.

Leave a Reply

Back to top button