Cangoriyê Azadiyê Namis Selman El-Nehîr ji aliyê şêniyên Qamişlo hat oxir kirin

Bi sedan şêniyên Qamişlo endamên hêzên ewlekariya hundrinî Namis Selman El-Nehîr bi merasîmekê bi heybet oxir kirin.

Endamê hêzên ewlekariya hindirîn Namis El-Nehîr 4’ê Kamûnê di encama qezayeke tirafîkê ya li ser rêya Til Temir-Hesekê de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina şehîd bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd ji taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ketin rê.

Li goristanê piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê desteya hundirîn li herêma Cezîrê Kenan Berkat sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

Em di pêvajoyeke dîrokî û çarenûsî re dervas dibin, me berê soza parstina destekeftiyan yê ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê hatiye bidestxistin daye..

Berekat êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê bibîrxist û diyar kir ku ew sûcên şer pêk tînin û civaka navdewletî bi bêdengiya xwe hevkarê sûc e.

Paşê nasnameya şehîd hate xwndina û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd namis bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button