NY: Di xwepşandanên li Îranê de, bi kêmanî 7 hezar kes hatine binçavkirin

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî ragihand ku di xwepêşandanên li Îranê de 208 kes hatine kuştin û bi kêmanî 7 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Berdevkê Michelle Bachelet a Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî Rûpert Colvîlle, li Cenevê daxuyaniyek da.

Rûpert Colvîlle da xuyakirin ku li Îranê ji 15’ê Mijdarê ve li 26 bajar û 31 eyaletan li dijî hikûmetê xwepêşandanên pêk hatine.

Colville da zanîn ku li gorî agahiyan di xwepêşandanan de 13 jin, 12 zarok bi kêmanî 208 kes hatine kuştin û 7 hezar kes hatine binçavkirin.

Rûbert Colville bang li rayedaran kir ku demildest hemû kesên bi awayekî kêfî hatine girtin, serbest bên berdan.

Emerîka: Îranê di xwepêşandanan de “hezar kes” kuşti ne

Nûnerê Emerîka ji bo karûbarên Îranê Brian Hook jî diyar kir ku di xwepêşandanên li Îranê de dibe ku zêdetirî hezar kes hatibin kuştin.

Nûnerê Emerîka diyar kir ku Emerîkayê dîmenekî ku tê de ji 100 kesî zêdetir kes dihatin kuştin dîtî ye.

Leave a Reply

Back to top button