LI HERÊMÊN QAŞO BÊÇEK ŞER Û TOPBARAN BIDIJWARÎ DIDOMIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li her çar parêzgehên qaşo di nava herêma bêçek di navbera hêzên rêjîma Sûrî û çeteyên opozisyonê de şerekî dijwar rû daye.

Li navçeya Bêtiras a herêma Sehil Xab li bakur-rojavayê Hemayê hêzên rêjîmê çekên nîv-giran bi kar anîn.

Rojavayê bajarê Helebê jî, taxa Er-Raşidîn û gundê Mensûra bû hedefa topên rêjîmê.

Li parêzgeha Idlibê binpêkirinên ewlehî dewam dikin.

Duh li gundê Eterêb a rojavayî Helebê teqînek pêk hat û di encamên de ziyanên madî derket holê.

Li navçeya Seraqibê jî ya li rojhilatê Idlibê dikeve, şerên dijwar navbera hêzên rêjîmê û çeteyên opozisyonê de derket.

Li parêzgeha Hemayê jî, ji ber teqîna mayînekê, malbatek ku ji 6 kesan pêk dihat, jiyana xwe ji dest dan.

Teqîn li bakurê Hemayê li herêma navbera gundên Ez-Zafiriyê û Ez-Zixbê pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button