Yûnanistan balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê diqewitîne

Yewnanistanê ragihand ku ew ê balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ji bo bersivdana îmzekirina wê ya peymana bi dewleta Tirk re, biqewitîne.

Wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Nikos Dundias diyar kir ku ji bo balyozê hikumeta El-Wîfaq Mihemed Yûnis welat derkeve, 72 saet dem dane.

Nikos Dundias, peymana hikumeta El-Wîfaq a bi dewleta Tirk re weke “binpêkirina tund a qanûnên navneteweyî” bi nav kir.

Nikos Dundias sêşema borî jî bi sedema ku bi Tirkiye re peyman mohr kiriye, ji bo qewitandina balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ya li Atînayê gef xwaribû.

Peymana ku hikumeta El-Wîfaq bi serokatiya Fayêz El-Sîrac îmze kiriye, li Lîbya û li herêmê rastî nerazîbûnan hat û parlamena Lîbyayê karê ku El-Sîrac kiriye, weke xiyaneta mezin bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button