JI BO TALANKIRINA ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ PLANEK TÊ AMADEKIRIN

Dewleta tirk a dagirker ya ku Efrîn dagirkiriye niha hewl dide Efrînê weke bajareke tirkiyê bide xuyakirin û deriyan nu jê re vedike.

Ev derî jî ji bo dizîna çeteyên wê tê bikar anîn.

Çeteyên dewleta Tirk ji bo talankirina zeytunan planek amade kirine û wê li navçeya Cindirêsê Deriyê Sînor yê qaşo bi navê Şaxê Zeytûnê were vekirin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirk roja 9’ê Mijdarê eşkere kir ku li navçeya Cindirêsê Deriyê Sînor ya ji bo bazirganiyê hatî vekirin.

Li gorî çavkaniyên taybet ji herêma Efrînê ragihandine Dewleta Tirk wê herî kêm 80 milyon dolarî ji zeytûnên Efrînê bigire.

Li gorî agahiyên ku ji Desteya Çandiniyê ya Efrînê hatin wergirtin, îsal herî kêm 200-210 hezar ton zeytûnên kesk û nêzî 30 hezar ton wê zeyt ji zeytûnên Efrînê bên.

Dewleta Tirk wê herî kêm ji % 85 zeytûnên Efrînê bibe Tirkiyê û bifiroşe.

Her wiha ji % 10-15 wê li bajêr bihêle û da ku ji wir bifiroşe Spanyayê.

Leave a Reply

Back to top button