Mark Esper: Hêza me têra bersivdayîna Îranê dike

Wezareta Parastinê ya Emerîka ragihand ku, hêza wan li Rojhilata Navîn têra bersivdayîna Îranê dike..

Wezîrê Parastinê yê Emerîka Mark Esper got, “ew texmîn dike, hêz wan a heyî têrê dike li rûyê Îranê raweste” û hemû raporên têkildarî zêdebûna hejmara hêzên Emerîkî red kir.

Lê belê heman wezîrî, di kongreyê rojnameyê de dûr nedît ku ” dibe hejmar zêde bibe yan jî kêm bibe”.

Di dema çûyîna wî ji Forumekê li Ofîca Rîca Kalîforniya (Riga California) de teqez kir ku ” tiştek têkildarî hejmara 14 hezar leşkerî tine ye, ev rapor bi tememî şaş e”.

Esper got, “her fermandarek dixwaze hêza wî zêde be, lê niha texmîn dikin ku hêza wan ji bo bersivdayînê têrê dike”.

Leave a Reply

Back to top button