Hulusî Akar: NATO daxwaza me ya xistina YPG’ê nava lîsteya terorê red kir

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û yê Derve Mewlûd Çawîş Oglu diyar kir ku ew bi NATOyê re negihîştin rêkeftinekê ji bo xistina YPG’ê nava lîsteya terorê.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar di lûtkeya di konferansekê li Enqereyê axivî û diyar kir ku li lûtkeya NATOyê ew ne gihiştine ti rêkevtinan û daxwazên wan yên xistina YPG”ê di nava lîsteya terorê ne hat pejirandin.

Akar got ew di têkoşîna li dijî terorê bi tenê hatin hiştin.

Di konferansê de Hulusî Akar welatên NATOyê rexne kir û destnîşan kir ku hin alî hewl didin gavên ku Tirkiyê li dijî teroroê davêje weke gavên binkeftî nîşan bibe.

Hulusî Akar derbarê mûşekên S-400 ên Rûsî de jî ragihand ku wan daxwaza wergirtina Patriotan kir lê nedan Tirkiyê ji ber vê yekê wan S400 kirî û niha tirkiyê li ser projeya bi navê ”Hşsar'” dixebitin.

Mewlûd Çawîş Oglu: Em beşdarî daxwaza NATO nabin eger YPG’ê weke teror nebîne

Di heman çarçoveyê de Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oglu di civînekê li Birûksêlê diyar kir ku ew projeya NATO ya ji bo belevkirina sîstema parastina Beltîq û Bolenda erê nakin, heta ku NATO YPG’ê nexê lîsteya teroroê.

Leave a Reply

Back to top button