Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê diyar kir ku divê Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî tim di rojeva xwe de bihêle.
Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê Lars Adaktusson destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji bo hemû herêman xetere ye û weha got:
“Ez difikirim ku dagirkerî û êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûrî were jibîrkirin.
Divê Hikumeta Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê dagirkeriya dewleta Tirk di rojevê de bihêle.
Ez bawer dikim ku hikûmeta Swêd wê mijarê bîne parlamenê û encamên ku êrîşên Tirkiyê bi xwe re anîne zindî bihêle.”
Adaktusson balkişand ser kiryarên dewleta Tirk a li herêmê û anî ziman ku li Bakûrê Suriyê paqijiya etnîk heye û guhertina demogarafî pêk tê.
Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê zext û êrîşên dewleta Tirk li ser suryanî, Êzidî û kêmnetewan xistibû rojeva parlamena Swêdê û medyayê.