James Jeffrey bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barazanî re civiya

Nûnerê Serokê DYA’yê James Jeffrey îro çû Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hewlerê bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî re rûnişt.

Nûnerê Serokê DYA’yê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê James Jeffrey îro ji bo bi rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re rûne çû bajarê Hewlerê.

Jeffrey destpêkê bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşîna hevbeş ya li dijî DAÎŞ’ê û xwepêşandanên Iraqê hatiye nirxandin.

James Jeffrey paşê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civîya.

Piştî hevdîtinê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û James Jeffrey civîna çapameniyê lidarxistin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîkayê de pewendiyên dîrokî hene.

James Jeffrey diyar kir ku ew şanaziyê bi kurdan dikin û wê hevkariya wan li gel Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button