Mustefayê Astengdar: Dixwazim vegerim mala xwe

Azarên koçberiyê azarên astengbûna Mûstefa zêde dike. Mustefa bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariyê bidin wî.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi hezaran şênî koçber bûn.

Rêveberiya Xweser jî ji bo koçberan 60 dibistan li bajarê Hesekê veqetandin û kampa “Waşokanî” li bajarokê Tiwêna ava kir.

Ji malbatên hatin koçberkirin, malbata ciwanê bi navê Mustefa Bekir ê astengdar e.

Malbata wî ya ji 4 kesan pêk tê li dibistana Eblehed Mûsa ya taxa Nasira ya bajarê Hesekê bi cih bûye.

Birayê Mustefa, Îsmaîl Bekir destnîşan kir ku birayê wî Mustefa yê 23’yê salî, ji jidayikbûnê ve astengdar e û nikare bimeşe.

Bekir anî ziman ku rewşa Mustefa kirîtk e û bang li rêxistin û komleyên mafên mirovan kir ku alîkariya wan bikin.

Mustefa jî bi bîr xist ku ji ber êrişên balafirên dagirkeriya Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê koçberî Hesekê bûn û got:

‘Ez kursiyeke gerok li ser kehrebê û cilan dixwazin û ez dixwazim vegerim mala xwe ya Serê Kaniyê’.

Leave a Reply

Back to top button