Dewriya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser riya navdewletî ya nêzî depoya Şegirakê destpê kir.
Vê sibê, dewriya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker, li ser riya navdewletî M4 a nêzî depoya Şergirakê ya bakurê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dest pê kir.
Di çarçoveya hevpeymana Rûsî-Tirkî ya Soçî de dewriya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker ev zêdetirî 11 caran e li herêmê û cara yekem e ku li ser rêya M4 pêk tê.