DI DAWIYA VÊ MEHÊ DE ASTANA 10 TÊ LIDARXISTIN

Bi rasthatina lidarketina tora 10’mîn a civînên Astanayê di dawiya vê mehê de, nakokiyên navbera rayedarên cîhanî de derbarê aloziya li Sûriyê zêde didin.

Di 9 torên vê civîna ku ji Çileya 2017’an ve dest pê kiriye, hertim li ser yekbûna xaka Sûriyê û têkbirina terorê hatiye rawstandin.

Bi rasthatina lidarketina tora 10’mîn a civînên Astanayê di dawiya vê mehê de, nakokiyên navbera rayedarên cîhanî de derbarê aloziya li Sûriyê zêde didin.

Di 9 torên vê civîna ku ji Çileya 2017’an ve dest pê kiriye, hertim li ser yekbûna xaka Sûriyê û têkbirina çeteyan hatiye rawstandin.

Vê carê jî, ji bona ku civîneke navnetewî ya nû di bin sîwana Astanayê de were lidarxistin, wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Tirk re bi riya telefonê axivî.

Li beranberî vê, serokê rêjîma AKP Tayyip Erdogan ku yek ji stûnên Astanayê ye, gefên xwe li dijî herêmên ewle yên li bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Bi bihaneya misogerkirina ewlehiya netewî, Erdogan dixwaze dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bidomîne, di ve derbarê de, DYE bi siyaseta durûtiyê tawanbar kir.

TRUMP Û ERDOGAN ÎROJ LI PARÎSÊ TÊN GEL HEV

Tê payîn ku wê Erdogan û Trump îroj li Parîsê li hev bicivin.

Li gorî agahiyan jî, tê gotin wê Erdogan 7 mijarên têkildarî Sûriyê bi Trump re goftûgo bike.

Mijarên ku wê werin goftûgokirin, hevkariya navbera Washington û hêzên QSD di şerê tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de û helwesta dewleta Tirk a neyînî li hember dewriyeyên hêzên Emrîkî li rojhilatê Ferêt e.

Ji bilî vê, navbera DYE û Rûsyayê de xuya ye nakokiyek kûr heye û dibe ku Trump û Putin bi hev re necivin.

Leave a Reply

Back to top button