Hezar û 6 koçberên din gihaştin kampa Waşokanî

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Waşokanî hêjmara koçberan zêde dibe.
Îro 186 malbat, ango hezar û 6 koçberên din gihaştin kampa Waşokanî.

Hejmara koçberên Wargeha Waşokanî ya 12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê ye zêde dibe.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker îro hezar û 6 kesên din ku ji neçarî ji cih û warên xwe koçber bûne çûn kampê.

Rêveberiya kampê koçberên ku nû hatine li kampê ferz kirin.

Navenda Heyva Sor a Kurd a li kampê jî pêşwaziya koçberan kir û alîkariyên pêwîst pêşkêş kir.

Tevî zêdetirî hezar kesên ku îro hatin, hêjmara koçberên li kampê gihaşt 3 hezar û 566 koçberan.

Leave a Reply

Back to top button