YPG nasnameya 8 şervanan eşkere kir

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên ku di berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir.

 

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de behsa qehremanî û fedekariya şehîdan kir û da zanîn ku fermandarê mezin Îsmet Îsmaîl, bi nasnav Rizgar Dêrik di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de cih girtiye.

YPG weha dewam kir:

“Fermandar Rizgar, ji roja ku şoreşa rojava despêkir, di hemû eniyên berxwedanê de li hember terora DAIŞ’ê rol girt û têkoşiya.

Bi sekna fermandarekî bi biryar û wêrek li hemberî hêzên paşverû û dagirker berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Fermandarê mezin hevrê Rizgar, di nav şoreşa rojava û bakurê Suriyê de, erk û berpirsiyartiyên xwe bi fedakarî û kedeke mezin bi cîh anî. ”

YPG’ê di şexsê her 8 şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr anîn.

Nasnameya 8 şehîdên Berxwedana Serdemê yê Efrînê weha ne:

Îsmet Îsmaîl bi nasnav Rizgar Dêrik, li Dêrikê ji dayik bûye, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Zehra Ozmen bi nasnav Cîhan Botan, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Sozdar Şêxo bi nasnav Avrîn Garzan, li Efrînê ji dayik bûye, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Mihemed Hesen bi nasnav Armanc Avareş, li Helebê ji dayik bû, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Ehmed Înan bi nasnav Bawer Sîser, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Omer Temel bi nasnav Çekdar Kato, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Ehmed Şêxo bi nasnav Goran Serêkaniyê, li Serê Kaniyê ji dayik bû, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

*****************

Nêçîrvan Çagatay bi nasnav Zerdeşt Cûdî, 7’ê Tîrmeha 2018’an li Gundê Satiya yê navçeya Mabata yê Efrînê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button