Erdogan ji ber dagirkeriya xwe daxwza spasiyê ji gelê Sûrî dike

Piştî kuştin, talankirin û dagirkirina gel û xaka Sûrî Serokkomarê Tirkiye daxwaza spasiyê ji gelê Sûrî kir.
Erdogan tevî vê li xwe mikûr hat ku xaka Sûrî dagir kiriye û got,
“Heta gelê Sûrî ji min nexwaze ji Sûriyê derkevim û spasiya min neke, ez ji Sûriyê dernakevim.”

Dewleta Tirk a dagirker aloziya Sûriyê ku 2011’an dest pê kir ji xwe re weke fersendek dît ku xewnên xwe yên vegerandina împratoriya Osmanî vejîn bike.

Di encamê de serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi riya çeteyên xwe, lingên xwe kirin xaka Sûrî û dest bi dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê kir.

Dewleta Tirk ji bo ku ji Sûriyê parçeyek xak qut bike û li deverên dagirkirî mayinde bibe ling da xebatên sazûmanbûnê.

Qeymeqam anî ser Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî, bikaranîna pereyên Tirkî ferz kir û saziyên postayê yên Tirkiye li bajarên dagirkirî vekir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di civîna Meclisa Şêwermend a AKP’ê de têkildarî dagirkirina xwe ya xaka Sûrî de axivî û got:

“Heta gelê Sûriyê ji me nexwaze ku em ji Sûriyê derkevin û spasiya me neke, em dernakevin.”

Erdogan li ser dagirkirina xwe ya xaka Sûrî mukir hat

Erdogan li ser dagirkirina xwe ji xaka Sûrî re mukir hat û tekez kir ku ”heta dewletên din ji Sûriyê dernekevin, ew jî dernakeve”.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 9’Cotmehê dest pê kirin û li gelek herêmên Sûrî bi hezaran daketibûn qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Di êrîşên dagirker yên dewleta Tirk de heta niha bi hezaran ji gelên Sûrî şehîd û birîndar bûn, bi sed hezaran kes koçber bûn, malên wan hatin talankirin û dewleta Tirk plana guhertina demografiyê xist dewrê.

Leave a Reply

Back to top button