Piştgiriya bi çalakiya Hevseroka (KCD) û Parlamentera (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven dewam dike.
Hevserokên HDP’ê yên Colemêrgê destek dan greva birçîbûnê ya Leyla Guven û diyar kirin ku ew ê heta dawî li pey têkoşîna mafdar bin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven di roja 5’an de ye.
Hevserokên HDP’ê yên Colemêrgê Zeynep Kaya û Sînan Kaya piştgirî dan çalakiyê û xwestin Guven demildest bê berdan.
Zeynep Kaya diyar kir ku biryara greva Guven biryarek di cih de ye û got:
“Em wek jinên Colemêrgê li gel wekîla xwe ne.
Hevserok Sînan Kaya jî destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya Guven peyameke ji bo hemû gelê Colemêrgê û wiha anî ziman:
“Em çalakiya birêz Guven bi rêzdarî silav dikin û destekê didinê.
Birêz Guven vîna sed hezar kesî ye.