Meclisa Leşkerî ya Tebqayê komkujî weke qirkirina komî bi nav kir

Meclisa Leşkerî ya Tebqayê bi daxuyaniyek çapemenî komkujiya dewleta Tirk li Til Rifetî şermezar kir û weke qirkirina komî binav kir.

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê ji aliyê hevseroka boruya parastina ya Tebqayê Amara Ereb hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku komkujiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sûceke qirkirinê ye derheqê gelên Efrînê yên ku hatine koçber kirin.

Meclisê destnîşan kir ku civaka navdewletî ji komkujiya Til Rifetê berpirsyar e, ji ber ku wan destûr daye dewleta Tirk di bin navê parastina sînor û herêma Ewle, gelek komkujî û sûcên mezin derheqê pêkhateyan pêk bîne.

Meclisa Leşkerî ya Tebqayê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku hêzên sûriya demokratîk ew hêza tekane ya ku dikare cîhanê tevahî ji xeteriya DAIŞ’ê biparêze û wiha got:.

QSD’ê Berxwedana rûmetê û qonaxên têkoşînê li dijî her fikir, xeter, an metirsiyek ku bandor li gel, ax û dîroka vê deverê dike brdewam dike, ji ber ku ev xak bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkin.

Leave a Reply

Back to top button