li ser riya Ezaz-Efrin balafirên nenas erebeyek bombebaran kir, 3 kes hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên bêmirov ên nenas erebeyeke li ser riya Ezaz-Efrin bombebaran kir, 3 kes hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriyê, balafirên bêmirov ên nenas erebeyeke li ser riya Ezaz-Efrin li xaçerêya gundê Qîbarê yê Efrînê bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku di encamê bombebaranê de 3 kesên di erebeyê de bûn hatin kuştin.

Hin çavkaniyên din dan xuyakirin ku erebeya ku hatiye hedefgiritn, a çeteyên bi navê ”Ehrar Şerqiya ” ên dewleta Tirk a dagirker e

 

Leave a Reply

Back to top button