Washington Post: Sergey Lavrov wê serdana Emerîkayê bike

Rojnameya Washington Post li ser zimanê rayedaran ragihand ku dîplomatên Rûs dê serdana Washingtonê bikin.

Tê pêşbînkirin ku wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov hefteya bê de serdana Washingtonê bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku di derbarê hevdîtina Lavrov bi Turmp re agahiyên diyar tune ne û Koşka Spî jî diyarkirina agahiyên red kir.

Rayedarekî amrîkî got ku bi gelemperî dê Lavrov û Pompeo noqteyên di navbera welatên wekî Okraniya, Sûriyê, Fanzûla û dozên qedexekirina çekan nîqaş bikin.

Duh berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Mariya Zaxerofa got, amadekariyên serdana Lavrov têne kirin, lê belê detayên wê diyar nekir.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2017`an ve, ev serdana Rûsya ya yekemîn ji DYE`yê re ye.

Leave a Reply

Back to top button