REJÎMA IRANÊ KOBEREKÎ DIN KUŞT

Hêzên rejîma Îranê li gundê Beytûşa Alan a Serdeştê êrîşî komeke Kolber kir.

Di encama êrîşê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyekî bi ewle ragihandinî ku hêzên rejîma Îranê êrîşî komeke kolber ên li derdora gundê Beytûşa Alan a Serdeştê kirin.

Ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolber neçar man bi barê xwe ve birevin û di encamê de kolberê bi navê Yûnîs Îbrahîmî ji zinaran ket û jiyana xwe ji dest da.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê 1’ê Mijdarê rapora êrîşên li ser kolberan a di meha Cotmehê de eşkere kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Cotmehê de rejîma Îranê 6 kolber qetil kiriye û 14 kolber jî birîndar kiriye.

Leave a Reply

Back to top button