James Jeffrey bi Mesûd Barzanî re civiya

Nûnerê Serokê DYA’yê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê James Jeffrey li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî re civiya ê.
Jeffrey diyarkir ku divê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêşiya polîtîkayên gûhertina demografîk were girtin.

James Jeffrey doh ji bo bi rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re rûne çû bajarê Hewlerê.

Jeffrey destpêkê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşîna hevbeş ya li dijî DAÎŞ’ê û xwepêşandanên Iraqê hatiye nirxandin.

Jeffrey di hevdîtina xwe ya bi Mesûd Barzanî de piştgiriya xwe ya ji bo li dijî DAIŞ’ê dubarekir.

Herwiha di civînê de aliyan teqez kiriye ku divê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêşî li polîtîkayên gûhertina demografîk were girtin û êdî rênedin ku gelê Kurd ji cih û warên xwe werin koçberkirin.

Leave a Reply

Back to top button