Şêniyên Zirganê yên ji ber êrişan neçarî koçberiyê bûn û niha jî careke din vegeriyanê warê xwe anîn ziman ku hîna jî xeteriya êrîşan li ser wan heye.
Şêniyan gotin:
“Ew warê me ye û em warên xwe ji dizan û dagirkeran re nahêlin”
Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Zirgan û gûndên derdorê wî hêjmarek zêde gel koçber bûn.
Tevî metirsiya li ser bajarokê Zirganê jî gel vedigerin malên xwe.
Ji şêniyên ku vedigerin Xema Salih Sacir balkişand li ser êriş û hovîtiya dewleta Tirk û got:
“Dewleta Tirk axa me dagir kir û me neçarî koçberiyê kirin.
Ji bo talan û diziyê dixwazin van herêmê din jî dagir bikin.
Em dixwazin dewleta Tirk li vê heremê derkeve.
Rixmî van astengiyan jî em ji malên xwe êdî dernakevin û ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk re nahelin.”
Hacer Ehmed ku li Zirganê dayîkbûye û 60 salê li wir dijî, ji ber êrişan neçarî koçberiyê bû û niha jî vegeriya mala xwe.
Hacer Ehmed diyarkir ku Ew mal û milkên ew xwe ji çeteyan re nahêlin û daxwazkir ku çeteyan li heremê derxînin.
Leyla Mihemed jî 20 rojan koçberî Hesekê bibû niha jî vegeriya Zirganê dibejê:
“Carekê din em dernakevin.”