Hewldana reva hinek jin û zarokên DAIŞ’ê hat têkbirin

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmê, hewldanên revê yên jinên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de zêde bûn.
Hêzên ewlekariya Hundirîn hejmarek ji jinên DAIŞî yên kampa Holê dema hewl dan tevî zarokên xwe birevin girt.

Hêzên ewlekariya Hundirîn hejmarek ji jinên DAIŞî yên li kampa Holê dema hewl dan tevî zarokên xwe ji kampê birevin girt.

Çavkaniyek ewlehî ji kampê diyar kir ku jinên ku hewl dan birevin hejmarek ji jinên Rûsî, Tirkmenistan û Kezaxî bûn.

Her wiha hêzên ewlekariya hundirîn, kesên ku revîna jinan ji hundirê kampê hêsan kirine jî girtin.

Berpirsên kampê dan zanîn ku ji despêka êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Girê Spî û Serê Kaniyê wan hewildanên revê yên zêdetirî 635 kesan ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampê vale derxistin e.

Leave a Reply

Back to top button