Koçberên Kampa Holê 208 koçberên din ji Kampê hatin derxistin

Rêveberiya kampa Holê 208 koçbern herêmên Humis, Reqa û Dêra Zorê ji kampê derxistin.

Li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê zêdeyî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ’ê dimînin.

Rêveberiya kampa Holê derxistina koçberên Bakur û Rojilatê Sûriyê yên ji kampê ku dixwazin vegerin warê xwe didomîne.

Rêveberiyê îro 208 kes ji kampê derxistin.

Di nav wan de 15 kesên ku bi DAIŞ’ê re kar kiribûn jî hebûn.

Lê ji ber ti sûc li ser wan tinebûn hatin berdan.

Kesên hatin derxistin ji herêmên Humis, Reqa û Dêra Zorê ne.

Ev kesên ku ji kampê têne derxistin jî li ser daxwaza nûner û rûspiyên herêmê tên derxistin.

Leave a Reply

Back to top button