LI SOMALYAYÊ TEQÎN

Çavkaniyeke polîsên Somalyayê diyar kir ku encama teqîna duh ya li pêşiya otelê li paytext Mugadîşo pêk hatibû de, hêjmara miriyan gihişt 41 û 106 birîndar.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li pêşiya otêla “Es-Sihafî” ku mêvanperweriya siyasetmedaran dike, du erebeyên bombekirî teqiyan.

Piştî wê, di hundir otêlê de jî êrîşeke xwekuj pêk hat.

Di sala 2015 de li heman otel êrîşeke din jî pêk hatibû.

Herwiha Tevgera Ciwanên Îslamî berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Tê zanîn ku ev tevger li dijî hikûmeta Somalyayê şer dike û hejmara endamên wan jî 20 hezar e.

Hêjayî gotinê ye ku DYE tevî Yekîtiya Afrîkayê piştgiriyê didin hikûmeta Somalyayê.

Leave a Reply

Back to top button