Feysel Ezoz: Em ê dengê gelê herêmê bigihînin hundirê Sûriyê

Koordînatorê Komîteya Çavdêriya Diyaloga Nîştimanî ya Partiya El-Baas a El-Erebî ya Îştirakî Feysel Ezoz der barê civîna duh a hêzên siyasî yên sûriyê û nûnerên partiyên bakur û rojhilatê sûrî de axivî.
Ezoz îşaret pê kir ku rêbazên dîtina forma hevsengiya di navbera projeya Rêveberiya Xweser û madeya 107’an a destûra Sûriyê ya girêdayî Rêveberiyên Herêmê de lêkolîn dikin.

Hêzên siyasî yên ji hundirê Sûriyê û nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi armanca pêşxististina yekîtiya Sûriyê doh li bajarê Qamişlo civînek lidarxistin.

Koordînatorê Komîteya Çavdêriya Diyaloga Nîştimanî ya Partiya El-Baas Feysel Ezoz der barê civînê ji ANHA’ê re axivî.

Feysel Ezoz diyar kir ku ev civîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavek e û anî ziman ku ew ê dengê gelê herêmê bigihînin hundirê Sûriyê.

Ezoz diyar kir ku beşdarên civînê ji bo yekitiya Sûriyê piştrast kirine ku ew Sûrî ne, ji mafên wan e ku li ser vê xakê bijîn û li gorî mafên wan ên rewa tevbigerin.

Feysel Ezoz: Armanca me nasîna projeya herêmê ye

Ezoz îşaret bi projeya rêveberiya xweser kir û wiha domand:

“Hêzên herêmê projeya Rêveberiya Xweser pêşniyar kirin.

Di destûra Sûriyê de projeyeke mîna wê heye ku Rêveberiya Herêmî ye û hin xal nêzî hev in.

Bi rêya civîna me, dixwazin xalên din ên li gorî van projeyan binasin, da ku formeke guncaw jê re pêk bînin.

Em naxwazin di navbera me de xalên bi nakok derkevin.”

Feysel Ezoz: Êrîşên dewleta Tirk tevahî Sûriyê hedef digire

Koordînatorê Komîteya Çavdêriya Diyaloga Nîştimanî ya Partiya El-Baas li dijî êrîşên dewleta Tirk yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî nerazîbûn nîşan da û wiha bi dawî kir:

Asta hovîtiyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ji yên demên berê derbas bûne.

Ev êrîş tevahiya Sûriyê hedef digire û nabe ku em li dijî van êrîşan bêdeng bimînin.

Her wiha Ezoz berxwedana gel ya li dijî êrîşên dagirker yê dewleta Tirk jî weke helwesteke bi nirx bi nav kir û got, “Gelê herêmê bi lehengî parastina xaka xwe dike.”

Leave a Reply

Back to top button