Li Dêra Zorê balafirên nenas hêzên Îranê bombebaran kirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li gundewarên Dêra Zorê balafirên nenas hêzên Îranê bombebaran kir û 5 leşker hatin kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku duh êvarî cihên hêzên Îranê yê li herêma Hîzam Exder a bi ser bajarê Bûkemalê ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê ji aliyê balafirên şer ên nenas ve hatiye bombebarankirin.

Li gorî Çavdêriyê, di encama bombebaranê de 5 leşkerên Îranê hatin kuştin û agir bi herêmê ket.

Meha borî jî, balafirên bêmirov ên nenas cihên hêzên Îranê yê li derdora bajarê Bûkemalê ku dikeve rojhilatê Îranê bombebaran kiribûn.

Di encamê de erebeyek hatibû rûxandin û kesên tê de hatibûn kuştin.

Leave a Reply

Back to top button