Li Bexdayê êrîşek bi rokêtan li ser baregeheke leşkerî hat kirin

Li paytexta Iraq Bexdayê çar roket li baregeheke leşkerî ya li nêzî balafirgehê ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku 6 kesên ji hêza bijarte ya artêşa Iraqê birîndar bûn û rewşa du ji wan giran e.

Ev kes ji yekîneyên antî terorê bûn û ji aliyê DYE’yê ve hatibûn perwerdekirin.

Hat îdîakirin ku êrişa bi roketan ji aliyê hêzên çekdar ên alîgirê Îranê ve hatiye kirin.

Hat gotin ku serê sibehê dema êriş hate kirin leşker û dîplomatên Emerîkî jî li baregehê bûn.

Di nava şeş hefteyên dawî de ev 9 carin ku li dijî leşkerên Emerîkî yan jî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê êriş tên kirin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedan ser milê xwe.

Washington ji bi gomane ku hêzên alîgirê Îranê yên li Iraqê dimînin ev êrîş pêk anîbe.

Leave a Reply

Back to top button