Zanîngeha Rojava deriyê tomarkirinê di hin beşan de vekir

Piştî rawestandina xwendinê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker Zanîngeha Rojava careke din dest pê kir.
Zanîngehê şansekî din da xwendekaran û deriyê tomarkirinê careke din vekir.

Ji bilî fakulteya ziman û wêjeya Kurdî û wergera Ingilîzî, xwendekar dikarin ji bo hemû beşên din serlêdanê bikin.

Tomarkirin ji îro de dest pê dike û wê heta roja Yekşemê ango 15′ Kanûnê dewam bike.

Tomarkirin, ji saet 8 û nîvê sibehê, heya 2 piştî nîvro, li avahiya Fakulteya Çandiniyê pêk tê.

Kesên dixwazin navê xwe tomar bikin, divê belgeyên fermî mîna bawernameya amadehî, nasnameya kesayetî û wêneyek kesayetî bînin.

Ji bo xwendekarên xort jî, tevî wan belgeyan divê lênûsk a erka xweparastinê bi xwe re bînin.

Leave a Reply

Back to top button