Şerê li Sûriyê- Hema ji ber bombebarana çeteyan, sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Gundekî Hemayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Ajansa SANA ya rejîma Sûrî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk moşekin avêtin çend malan li gundê Ezîziyê yê bakurê Hemayê.

Di encamê de, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û zarokek birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyê, Rêjmê bersiv daye û gelek kuştî û birîndar di refên çeteyan de çêbûn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ- LAZIQIYÊ
BALAFIRÊN RÛSÎ DERDORA CEBEL EL-EKRAD BOMBEBARAN KIR

Ji aliyê xwe ve, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî îro vê sibehê derdora Cebel- el- Ekrad li gundewarê Laziqiyê yê bakurî kir armanc.

Her wekî hêzên rejîmê herêmên Kefer Secna, Hîş û gelek deverên din li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button