Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo koçberên Serêkaniyê yên li Wargeha Waşokanî dimînin, 2 kamyon alîkarî şandin.
Şêniyên Tirbêspiyê û gundên wê ku bi pêşengiya meclîsa navçeyê, ji bo koçberan pêngava alîkariyê dabûn destpêkirin, 2 kamyon alîkarî kom kirin.
Alîkariyên ku hatine komkirin îro ji Wargeha Waşokanî ya Koçberan re hatin şandin.
Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso berî alikarî were şandin, tevî endamên meclîsê û saziyên navçeyê daxuyaniyek da.
Ebdulrehîm Hiso diyar kir ku pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re ji bo birayên xwe yên koçber alîkarî kom kirin.
Hevserokê Meclîsa Tirbespiyê anî ziman ku bi yekbûna gelan wê dagirker ji xaka Sûriyê derkevin û koçber vegerin cih û warên xwe.