Li navçeya Şedadê û gundên wê piştî pêşwazîkirina xwendekarên koçber, hejmara xwendekaran zêde bû.
Dibistanên navçeya Şedadê ji bo pêşwaziya xwendekarên koçber deriyên xwe vekirin.
Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Perwerdeyê yê navçeya Şedadê Elî El-Cerad, tekez kir ku sala perwerdeyê li gorî plana ku Desteya Xwendin û Perwerdeyê li kantona Hesekê daniye, bi rê ve diçe.
Elî El-Cerad îşaret pê kir ku mamoste li gorî dewama fermî tev digerin û ji bo temamkirina sala perwerdeyê erkên dikevin ser milê wan, pêk tînin.
El-Cerad diyar kir ku piştî zarokên ji Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên li ser sînor koçber bûn û li dibistanên li navçeyê û gundên wê hatin belavkirin, hejmara xwendekaran zêde bû.
Elî El-Cerad destnîşan kir ku weke desteyê ji bo li xwendekarên koçber ên ji dibistanên xwe qut bûne xwedî derbikevin, alîkariya pêwîst didin wan.