QSD:3 şervanên QSD’ê şehîd, 2 birîndar bûn

QSD’ê ragihand ku li Hecînê jî di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

QSD’ê her weha da zanîn ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Til Temir û Girê Spî, şaneyên veşartî yên DAIŞê jî li herêma Dêra Zorê tevgera xwe zêde kirine.

QSD’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Hecînê ya Dêra Zorê êrîş birine ser hêzên QSD’ê û di vê êrîşê de 3 şervanên QSD’ê şehîd ketine û 2 şervanên QSD jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button