Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ya li dijî Girê Partîzan a Heftenînê parve kir.
Gerîla TV li ser malpera xwe dîmenên çalakiya ku gerîllayan di 10’ê Mijdarê de li dijî qeraqoleke artêşa Tirk a li Girê Partîzan lidarxistibûn par ve kir.
HPG berî demekê di daxuyaniya xwe ya der barê çalakiyê de diyar kiribû di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên artêşa Tirk a dagirker xistine û di encamê de çadir û konteynirên leşkeran hatine şewitî ne.
Li gorî daxuyaniya HPG hêjmara leşkerên ku di vê çalakiyê de hatibûn kuştin û birîndar bûbûn nehatibû zelalkirin.