Nordic Monitor: Tirkiye ji hemû êrîşên DAIŞ’ê yên li Sûriyê agahdar bû

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker idîa kiribû ku tenê Tirkiye şerê DAIŞ kir û tenê Tirkiye DAIŞ li Sûriyê têk bir, lê belgeyên ku rojane derdikevine holê, rastiya idîayên dewleta Tirk eşker dike.
Malperek Siwêdî hin belgeyên istîxbarata leşkerî ya dewleta Tirk bi dest xistin û hevkariya Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir.
Li gorî belgeyan, dewleta Tirk ji hemû êrîşên çeteyên DAIŞê yên li Sûriyê agahdar bû, di nav de teqîna taxa Xerbî y bajarê Qamişlo û komkujiya li bajarê Kobanê ku bi ssedan sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku ew piştgirî nade çeteyên DAIŞ’ê, lê belê belgeyên ku rojane derdikevin holê, hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê hîn zêde êşkere dike.

Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Fransayê Emanuel Maccron ku got ”Tirkiye li gel endamên DAIŞ’ê kar dike”, malpera Nordic Monitor jî bi belge hevkariya dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê eşkere kir.

Hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê
Nordic Monitor: Tirkiye rojane liv û tevgera DAIŞ‘ê dişopand

Malperê û bi riya lêkolînkirina têkiliyên Istîxbarata leşkerî ya dewleta Tirk tekez kir ku rayedarên Tirkiye ji liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê agahdar bûn û rojane raporên têkildarî êrîşên DAIŞ’ê ji wan re dihatin.

Hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê
Nordic Monitor: Teqîna taxa Xerbî ya Qamişlo bi agahdariya Tirkiyê pêk hat

Li gorî belgeyên ku malperê bi dest xistine, dewleta Tirk tevî teqîna li Taxa Xerbî ya Qamişlo, ku di 27ê Tirmeha 2016’an de pêk hatibû û bi dehan sivîl şehîd bûbûn, dewleta Tirk ji hemû êrîş û teqînên ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê pêk tanîn agahdar bû.

Her wiha komkujiya çeteyên DAIŞ’ê yê li Kobanê pêk anîbûn û di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûbûn jî ji aliyê dewleta Tirk ve dihat zanîn.

Malper hevkariya dewleta Tirk a xurt ya bi çeteyên DAIŞ’ê re tekez dike û dide xuyakirin ku tevahiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, nemaze yên li dijî Koalîsyona navdewletî bi erêkirin û agahdariya dewleta Tirk a dagirker pêk dihatin.

Tevî evqas belgeyan jî, hîna dewleta Tirk a dagirker idîa dike ku ew şerê DAIŞ dike û tenê wê çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye têk biriye.

Leave a Reply

Back to top button