Minbicê 2 şehîdên xwe bi merasîmeke girseyî oxir kirin

Şêniyên Minbicê îro cangoriyên azadiyê Welîd El-Kok û Ramî Abdullah bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Şervanê QSD’ê Welîd El-Kok bi nasnav Yakub û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ramî Abdullah ku li ser wezîfeya xwe ya leşkerî şehîd bûbûn, li Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Bi sedan kes cenazeyê şehîdan ji nexweşxaneya El-Firat a Minbicê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve bi rê ketin.

Piştî merasîma leşkerî ya li gorîstanê, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic’ê û malbata şehîdan axaftin hate kirin.

Nûnerên saziyên Minbicê di axaftinên xwe de peyam dan destketiyên şoreşê encamê keda şehîdan e û ew ê xwedî lê derkevin.

Piştî axaftinan nasnameyê şehîdan hate xwendin û ji aliyê saziya malbatên şehîdan ve radestî malbatan hate kirin.

Girseya gel bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan cenazeyê her du şehîdan spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button