Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar ku ew weke Rêveberiya Xweser piştgirî didin tevahî xebat, çalakî û însiyatîfên ku ji bo yekîtiya Kurdî tên kirin.
Şandeya KNK-Rojava, ji bo yekîtiya netewî çû serdana Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê.
Her du aliyan di civînê de bi taybet li ser yekîtiya Kurdan axivîn û bûyerên dawî ên li herêmê jî nirxandin.
Hevserokê Meclisa Rêveber Telat Yûnis li dijî êrîşan girîngiya yek rêziya hêzên Kurdî destnîşan kir û weha got:
“Bi hevgirtinê, me mezintirîn komployên li dijî gelê Kurd, têk birin. Yekparebûna hêz û partiyan wê bi xwe re encamên erênî yên mezin bîne. Gel yekitiya refan pêk aniye û divê partî jî yekitiya xwe pêk bînin.”
Komîteya KNK’ê jî daxuyand ku KNK’ê bi rêya kongreya xwe ya 19’emîn bal kişand ser pêwîstiya yekparebûna tevahî pêkhateyên li Kurdistanê.