Kesên mazot bi qaçaxç dişandin herêmên dagirkirî hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kesên ku mazot ji Dêrazorê bi qaçaxî dişandin herêmên dagirkirî girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encamên şopandin û lêpirsînê de 3 kes ji bajarê Dêrazorê dema hewl didan mazotê bi qaçaxçî derbasî navçeya Silûk a Girê Spî ya dagirkirî bikin tevî tankera wan girtin.

Di tankerê de 30 bermîl bi qasî 8 hezar leter mazotê hebû û bi  kesên hatine girtin re nasnameyên sûrî yên sexte û pereyên Sûrî û dolar hatin dîtin.

Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku kesên hatin girtine bi rêya kesekî bi navî Selîm Sermodî (Ebû Telal) ku têkiliyên wê bi îstîxbarata Tirkiyê re hebû û li navçeya Silûkê ye mazot bi qaçaxî dişandin.

Leave a Reply

Back to top button