Biryara qedexekirina firotina F35 ji bo Tirkiyê li ser maseyê ye

Budceya Wezareta Parastinê ya Emerîka, firtotina balafirên F35 ji bo Tirkiyê qedexe dike.

Li gorî belgeya budceyê ya ku Kongresa Emerîkî li ser erê kiriye, nabe balafirên F35 ji bo Tirkiyê bên firotin.

Komîteya biçekirinê ya Meclisên nûner û rûspiyan ên Emerîkî biryara da ku, di budceya 2020’an de, firotina balafirên F35 ji bo Tirkiyê tine be.

Li gorî qanûna wan, piştî dengdanê û muhra Serokê Emeîrka, wê bibe biryareke fermî.

Ev gav piştî ragihandina Tirkiyê ji berdewamiya kirîn û bikaranîna pergala parastinê ya Rûsî S400 derdikeve holê.

Leave a Reply

Back to top button