KNK: Divê qanûna mafên mirovan ji bo Kurdan jî derbasdar be

KNK’ê têkildarê binpêkirinên mafê mirovan daxuyaniyek da û diyarkri ku divê Netewên Yekbûyî qanuna ku ji bo parastina mafên mirovan îmzekirine ji bo Kurdan jî pêk bînin.

Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

Piştê şerê cîhanê yê duyem hêzên navdewletî di sala 1948’an de roja 10’ê Kanûnê wek Roja Mafên Mirovan ragihandin.

Salek beriya ragihandina roja mafê mirovan Komara Mihabatê ya ku mafê kurdan bû ji aliyên hin hêzan ve hate têk birin.

Hêzên navdewletî tiştên ku ji bo xwe maf dibînin, ji bo Kurdan nabînin.

Li hemberê neheqiya li ser Kurdan tê kirin bê deng dimînin.

Dewlet Tirk bi destê DAIŞ û El-Nusra axa kurdan dagirkiriye, rojane gund û çiyayên Kurda bombarduman dike, bi çekên qedexekirî sivîlan dikuje, komkujiyan pêk tîne û demografiya heremê digûherîne.

Em wek KNK bang hêzên ku xwe wek parasvanên mafê mirovan dibînin, li hemberê van kiriyaran bê deng nemînin û xwedî helwest bin.

Leave a Reply

Back to top button