Gera 14’emîn a Astanayê li payetexta Kazexistanê dest pê kir

Di wextekî de ku li gundewarê Idlibê şerekî dijwar diqewime, li Kazexistanê gera 14’emîn a danûstandinên Astanayê dest pê kir.
Serokê şandeya rejîma Sûrî Beşar El-Ceferî beriya ku danûstandin dest pê bikin gef li çeteyên Idlibê xwar û got:
“Li Idlibê ji bo têkbirina terorê tu agirbest tune ye.”

Piştî binketina 13 geran, gera 14’emîn a danûstandinên Astanayê li payetexta Kazexistan, Nûr Sultanê dest pê kir.

Di danûstandinên Astanayê de wê rêzecivînên du-alî û sê-alî pêk werin û 2 rojan dewam bikin.

Wezareta Derve ya Kazexistanê diyar kir ku hemû şandeyên beşdarî civînan bibin îro gihaştin paytextê.

Beriya danûstandin dest pê bikin, şandeyên Rûsyayê û rejîma Sûriyê rûniştin.

Serokê şandeya rejîmê Beşar El-Ceferî di civînê de bal kişand ser şerê li Idlîbê û got:

Gera 14’emîn a Astanayê
Beşar Caferî: Li Idlibê ji bo têkbirina terorê ti agirbest tune ye

“Li Idlibê ji bo têkbirina terorê tu agirbest tune ye.”

Şerê ku li Idlibê dewam dike jî ev gotinên Caferî piştrast kir.

Dema ku aliyên rejîma Sûrî û çeteyên bi navê opozîsyonê li Kazexistanê amadekariya civînên Astanayê dikirin, li gundewarên Idlibê di navbera her du aliyan de şerekî dijwar hebû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî nîvê şevê, hêzên rejîmê herêmên Kefer Secne, Şêx Mistefa û Erînba yên li başûrê Idlibê dan ber moşekan.

Şerê li Sûriyê
Rejîmê li gundewarê Idlibê gelek dever bombebaran kirin

Her wiha Tehtaya, Um Celal, Tîna, Sehel û hinek deverên din ên li rojhilatê gundewarê Idlibê jî bombebaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button