Congress: Divê Emerîka Tirkiyê ceza bike

Serokê Emerîka Trump dixwaze bi dewleta Tirk a dagirker re bazirganiyê pêş bixe, lê wezareta parastinê û kongresa Emerîkî erkên wî yên serokatiyê tînin bîra Trump.
Meclisa Nûneran a Emerîka û Senatoyê ji Trump daxwaz kirin ku ji ber dewleta tirk li gorî peymanan tevnegeriyaye cezayan lê bibre.

Meclisa Nûneran a Emerîka û komîsyona xizmetên çekdarî yên Senatoyê piştî nîqaşa bi mehan, budceya ji bo wezareta parastinê Pentagonê diyar kir.

Ji bo lêçûna parastinê ya 2020’an, 738 milyar dolar hatin veqetandin.

Her du komisyonan ji ber dewleta Tirk sistema Rûsî ya S 400 kirî ye, ji Trump xwestin ku Tirkiyê ceza bike.

Komisyonê beriya sal biqede dixwaze xalên ku li ser lihevkirîne ji kongra Emerîkî derbas bibe û biçe pêşiya Trump.

Her wiha Meclîsa Nûneran a Emerîka û Senetoyê xwestin ku firotina balafirên F-35 ji bo dewleta Tirk were qedexekirin.

Komisyonan ragihand ku ji ber sistema S-400 û bernameya Tirkiye ya F-35’an ne li gorî hev in, ew hemfikirin ku rêveberiya Trump cezayan li Tirkiyê bibire.

Tevî vê yekê dibe ku ji bo projeyên TurkAkim û Kuzey Akim 2 jî ceza li Tirkiyê were birîn.

Emerîka – Tirkiye
Akar: S 400 niha tên bicihkirin

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar di daxuyaniyeke xwe ya doh de ragihand ku S-400 niha tên bicihkirin, perwerdeya xebatkaran dewam dike û li gorî ku diyar kirine plansaziya xwe bimeşînin.

Akar careke din anî ziman ku ger Emerîka balafirên F-35 nede wan, ew ê ji bo vê jî li deverên cuda bikevin nava lêgerînê.

Tê payîn ku sistema S-400 a Rûsî heta Nîsana 2020’an li Tirkiyê li cihên hatine destnîşankirin, werin bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button