Nûnerê serokê Rûsyayê li Sûriyê Lavrentîv: Tirkiye berpirsa êrîşên li helb û Idlibê ye û dikare rawestîne

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Sûriyê Elksender Lavrentîv diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji topbarana li Heleb û Idlibê berpirsyar e û divê êrîşên çeteyên xwe bide rawestandin.

Derbarê danûstandinên gera 14’emîn a Astanayê de Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Sûriyê Elksender Lavrentîv ji çapemeniyê re axivî û weha got:

”Divê Tirkiye êrîşên terorîstan ên li dijî Helebê rawestîne, ji ber ku ew berpirsa vê ye.

Di heman wextî de, divê fişar li Tirkiyê bê kirin ku li herêmên ”Kêm Şer” êrîşên komên xwe yên çekdar ên li dijî sivîlan rawestîne.”

Her wiha têkildarî xebatên ”Komîteya Destûrî” jî, Elksender Lavrentîv tekez kir ku di vî milî de gelek astengî hene, lê li gorî Lavrentîv, ew dikarin van astengiyan derbas bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button