Hevdîtinên Şandeya KNK’ê yên li Başûrê Kurdistanê didomin. Şandeyê serdana Hizba Demokrata Kurdistana-Îranê (HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) kir û li ser pêkanîna yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî axivîn.
Di saetên êvarê de şandeya KNK’ê li navçeya Koye serdana HDKA û HDK’ê kir.
Şandeya KNK’ê destpêkê serdana baregeha HDKA kirin.
Şande ji aliyê endam û rêveberên HDKA ve hatin pêşwazîkirin.
Pişt re jî şandeya KNK’ê serdana HDK’ê kir û ji aliyê Sekreterê HDK’ê û endamên wê ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî civîna li gel HDKA û HDK’ê Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremusî têkildarî encama civîna li gel herdu partiyan ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got;
Hevdîtina me li gel her du aliyan di astek baş de derbasbû.
Di civînê de me giftûgo li ser hewildan û karkirina hemû hizb û aliyan ji bo di jêr sêwana kongreya netewî de kar bikin.