Endamekî Meclisa Rûspiyan a Îtaliyayê: Erdogan sedamê duyem e û dixwaze împratoriya osmanî vegerîne

Endamekî Meclisa Rûspiyan a Îtaliyayê der barê destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk li Lîbiyayê hişyarî da û Erdogan bi Sedamê duyem bi nav kir.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Îtaliyayê û serkirdeyê partiya Rabit a muxalif li Îtaliyayê Roberto Kardîlorî hişyarî da hikumetra Romayê û got:

Destwerdana Tirkiyê ya leşkerî li Lîbiyayê xwedî encamên kirîtîk e.

Divê em bizanibin ku Erdogan îro roj bûye Sedamê duyemîn û dibe jê xerabtir be jî.

Roberto Kardîlorî destnîşan kir ku ”Erdoganê dîktator hewl dide Împratoriya Osmanî dîsan vejîn bike û Deriyaya Spî bike Tirkî.”

Kardîlorî li ser xeteriya dewleta Tirk li Deriyaya Spî li ser Îtaliyayê tekez kir û da xuyakirin bi awayekî lez divê rê li ber van kirin Erdogan bê girtin.

Piştî lihevkirina têkildarî Deriyaya Spî navbera Hikumeta Wîfaqa Lîbyayî û serokkonarê Tirkiyê Erdogan gelek bertek derketin.

Nemaze ku Erdogan vê dawiyê diyar kir ku ew amade ye hêzên leşkerî jî bişîne Lîbiyayê.

Leave a Reply

Back to top button